Di hilbijartina li Norwecê de koalîsyona çep bi ser ket

Di hilbijartinên Norwêcê de koalîsyona çep bi ser ket û tê payin ku Jonas Gahr Støre bibe serokwezîr.

Tê texmînkirin ku koalîsyona çep a ji 5 partiyan pêk tê, wê ji 169 kursiyên li parlamentê 104’an bi dest bixe.

Partiya Karker li gel 88 kursiyên bi dest xistiye, bi beşdariya Partiya Navendî û Partiya Çep a Sosyalîst karibe hikumetê ava bike.

Di nava koalîsyonê de Partiya Ekolojîst û Komunîst jî heye.

Şîrovekar dibêjin, Partiya Karker wê hewl bide ku bêyî tevlîkirina Partiya Ekolojîst û Komunîst hikumetê ava bike.

Partiya Karker di kampanya hilbijartinê de li ser petrolê bi ekolojîstan re li hev nekiribû.

Ekolojîst dixwazin karê hilberîna petrolê tavilê bê rawestandin, lê Jonas Gahr Støre bi erênî nêzî vê mijarê nabe.

Milyonerê 61 salî Jonas Gahr Støre di kampanya hilbijartinê de timî newekheviya civakî rexne dikir.

Jonas Gahr Støre dixwaze ku aboriya welêt bi rengekî nerm ji petrolê cuda bike.

Cara pêşîn e ku li Norwecê du Kurd dikevin meclîsê.

Di vê hilbijartinê de Seher Aydar ji Partiya Sor ji rêza duyemîn û Manî Huseynî jî ji Partiya Karkeran ji rêza pêncemîn ketin meclîsê.

Back to top button