NY: Zêdeyî 100 hezar kes li Sûdana Başûr bi krîza birçîbûnê re rûbirû ne

Bernameya Xewarinê ya Cîhanê (WFP) a Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da, ger arîkariya ji bo Sûdana Başûr were birîn dibe ku zêdetirî 100 hezar kes bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin.

Rêvebirê rêxistinê yê Sûdana Başûr Matthew Hollingworth ragihand ku ger arîkarî piştî Cotmehê were qut kirin, dibe ku li herêmên Wau, Juba û Bor pirsgirêkên xwarinê derbikevin.

Matthew Hollingworth destnîşan kir ku zêdetirî 100 hezar kes dikarin bi pirsgirêkên xwarinê re rû bi rû bimînin.

Hollingworth anî ziman ku ji bo peydakirina arîkariya pêwîstî bi 154 milyon dolarî heye.

Li gorî NY, di nava salên dawiyê de dema ku li Sûdana Başûr pirskirêka xwarinê derket, ji sedî 60 nifûsa welat jê bandor bû.

Back to top button