Spanya û DYA cihên ku herî zêde ji ber şewatê ziyan dîtine

Li cîhanê şewata heyî hîna bandoreke xwe ya zêde heye.
Li Ewropa Spanya û li DYA jî Kalîforniya cihên ku herî zêde ji ber şewatê ziyan dîtiye.

Şewta li başûrê Sierra Bermeja Spanî xemgîn kiriye.

Li herêmê bi sedan tîmên agirkujiyê ji bo vemirandina şewatê ketine alarmê.

Lê heta niha şewata ku Çarşemê despêkirî nekarîne kontrol bikin.

Dîmenên ku ji herêmê tên kişandin jî asta şewatê didin nîşandan.

Heta niha 9 hezar û 670 hektar ji şewatê bandor bûye.

Ji ber şewatê 3000 hezar kes jî ji bo cihên bi ewle hatine veguhestin.

Piştî hefteyekê şewata li herêmê hate vemirandin.

Li Amerîka jî şewata ku ji mehat Tîrmehê ve despê kirî heta niha ne hatine kontrolkirin.

Biden: Sedema sereke ya şewatan guherîna rewşa avhewa ye

Serokê DYA Joe Biden ji bo şopandina xebatên şewatê berê xwe da Kalîforniya.

Biden di daxuyaniya li gel Waliyê Kalîforniya Gavin Newsom de wiha got:

Guherîna rewşa avhewa dibe sedema derketina van şewatan.

Ev mijar ne girêdayî eyaletên şîn yan sore.

Zanyarên cîhanê bi salane ji mere qala vê yekê dikirin.

Bi rastî jî em niha vê yekê dibînin.

Back to top button