Heta 2050’an zêdeyî 216 milyon kes wê ji warê xwe koçber bibin

Guherîna avhewa ya li cîhanê bandora xwe li ser her tiştê li cîhanê dike.
Di nava salê de, barana zêde ya bûyî sedema lehiyê, şewat û helîna çiyayên qeşayê ev yek careke din nîşanî me hemûyan da.
Guherîna avhwa li gelek herêman di warê çavkaniyên jiyanî de zehmetiyan dide avakirin û ev yek jî dibe sedema koçberî pêk were.
Banka Cîhanê dibêje, ger tevdîr neyên girtin heta 2050’an li 6 herêmên cîhanê zêdeyî 216 milyon kes wê koçber bibin.

Qirêjî û gemara li cîhanê, rê li ber guhertina avhwayê vedike.

Di nava sala 2021’an de ji her demê zêdetir asta guherînê derketiye pêş.

Banka Cîhanê, têkildarî guherîna avhewa li Başûrê Asya, Amerîkaya Latîn û Sahraya Jêr Afrîka ku dibe sedema koçberiyê analîzan dike.

Ji 2018’an ve cara yekeme di rapora xwe ya “Groundswell” de, Bakurê Afrîka, Rojhilatê Asya û Pasifîk, Rojhilatê Ewropa û Naverasta Asya bi awayekî berfireh cihê xwe digre.

Li gorî raporê, guherîna avhewayê li 6 herêmên mijara gotinê bûye sedemeke sereke ya koçberiyê.

Tevî bandora guherîna avhewa li ser çavkaniyên avê, hilberîna çandiniyê û bilindbûna asta deryayê, dibe sedema deverên jiyanê kêm bibin.

Li gorî raporê guherîna avhewa wê herî zêde zirarê bide herêmên feqîr û belengaz.

Ji ber rewşa ku derbikeve dibe heta 2050’î ji 66 herêman zêdetirî 216 milyon kes neçar dimînin ku koçber bibin.

Ev jimar dike ji sedan 3 yê jimara niştecihên herêmê.

Li herêma Sahraya Jêr ya Afrîka ji ber guherîna avhewa tê texmînkirin ku 85,7 milyon kes ji cihê xwe koçber bibin.

Ev jî dike ji sedî 4,2 yê niştecihên li herêmê.

Di heman demê de herêma qala wê tê kirin weke cihê herî zêde ji rewşa avhwayê bandor bibe hatiye destnîşankirin.

Di koçberiya li hindirê welat de, Bakurê Afrîka weke devera yekem hatiye diyarkirin.

Sedema sereke ya vê yekê jî weke xelaya avê û bilindbûna asta deryayê hatiye nîşandan.

Di raporê de hate hişyarkirin ku ji ber germahiya 2030’an wê pêk were û heta 2050’an dewam bike, hişyariya koçberiya hindir û derve hate kirin.

Pisporên Banka Cîhanê jî dibêjin, ger pêşiya vê yekê were girtin dibe jimara koçberiyê daxin heta 44 milyonî.

Back to top button