Hîna jî zaroke lê niha di nava mezinan de li zanîngehê ye.
Em qala Caleb Anderson dikin.
Caleb Anderson yê 13 salî li zanîngeha Georgia Tech a Amerîka xwendekarê muhendîsiya ezmanî û hewayî ye.
Di yek saliya xwe de hînî xwendinê bûye û di du saliya xwe de gelek problemên matematîkê ji hev derxistine.
Li gorî nûçeya di CBS’ê de; Anderson hê 9 mehî bûye hînî zimanê laş bûye.
Anderson li gorî hemsalên xwe gelekî bi lez hîn dibe û ji ber vê, kengî bû 12 salî zanîngehê ew qebûl kir.
Lê Anderson di heman demê de gelekî dilnizm e, û dibêje, ew di zanîngehê de ewqasî jî ne jêhatî ye, tenê li gorî kesên din zû li meseleyan serwext dibe.
Anderson ji bo dema bê, dixwaze dîploma lîsansa bilind a zanîngeha Georgia Tech’ê bistîne û paşê li SpaceX’ê bixebite.
Taliya talî jî dixwaze şerîka xwe ava bike.