Parêzerên Rêber Apo: Ev doz komplo ye, hevdîtinên bi Ocalan re nabin sûc

Îro rûniştina yekemîn ya doza parêzerên Rêber Apo ya bi hêceta endamtiya rêxistinê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê destpêkir. Parêzeran jî ev doz weke komplo bi navkirin û diyar kirin, hevîtinên bi Rêber Apo re nabin sûc û doza ku hatiye vekirin ne hiqûqî ye.

Rûniştina destpêkê a doza derbarê parêzerên Rêber Apo, Rêzan Sarica, Elî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mehmûd Taşçi û Mihemed Selîm Okçû-oglû de bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” ku hat vekirin, li 33’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tê lidarxistin.

Parêzerên ku tên darizandin û gelek parêzerên din beşdarî rûniştinê bûn.

Parêzerê berevan Ercan Kanar destnîşan kir ku parêzer meslekê xwe dikin û ji ber vê yekê doza ku hatiye vekirin ne hiqûqî ye.

Ji parêzerên Rêber Ocalan, Elî Maden jî axivî û diyar kir hevdîtinên wî û Rêber Ocalan qanûnî ne û got:

“Di hevdîtinê de, me armanc nekir ku em notan bigirin an wan bibin kanalên cihêreng. Karekî bibe sûc tune. Di derbarê tawanbarkirina Komîteya Rêbertiyê de ez dixwazim vê bipirsim; Sûcdariyek wiha heye, lê haya min ji pêkhatineke bi vî rengî nîne.”

Parêzerê Maden, Îbrahîm Bîlmez jî parastina miwekîlê xwe kir û da zanîn ku miwekîlê wî ji ber xebatên xwe yên meslekî tê darizandin, hevdîtinên hatine kirin bi destûr û agahiya dewletê hatine kirin û ev hevdîtin jî nabin sûc.

Ji parêzerên Rêber Ocalan, Cengîz Yureklî jî doz wekî “komplo” bi nav kir.

Yureklî bal kişande ser tevî ku di lêpirsînê de biryara nepenîtiyê hebû û dosya bêyî ku ji aliyê dadgehê ve bê qebûlkirin ji çapemeniya alîgirê desthilatdariyê re hatiye şandin.Y

Yureklî got, “Em ji hevdîtinên ku me bi miwekîlê xwe re kiriye, tên darizandin. Tevî ku ez nûnerê qanûnî yê Ocalan im jî lê heta îro derfeta hevdîtina min çênebûye. Lê belê, hewlek heye ku hêmanek sûcdar hilberînin.”

Back to top button