Dewleta Tirk a qirker li Başûrê Kurdistanê çek û xazên kîmyewî bi kar tîne

Dewleta Tirk a qirker li Başûrê Kurdistanê çek û xazên kîmyewî bi kar tîne. Balafirên artêşa Tirk 4’ê Îlonê bombeyên xazên kîmyewî avêtin gundê Hirur ê Dihokê. Di vê bombebaranê de ji malbatekê 3 kes birîndar bûn.Der barê bikaranîna çekên kimyayî û bandora wan li ser xwezaya Kurdistanê de, berpirsên rêxistinên jîngehê jî axivîn û gotin:”Ger pêşiya êrişên kimyayî yên Tirkiyeyê neyê girtin, wê herêm wergere çolê’

Artêşa Tirk ji 23’ê Nîsanê ve êrişeke mezin a dagirkerî û qirkeriyê li dijî Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û di êrişên xwe de çekên kîmyewî bi kar tîne.

4’ê Îlonê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Hirur a herêma Berwarî Bala ya ser bi Dihokê bi gazên jehrî û kîmyawî bombebaran kir.

Di bomberana Dewleta Tirk a dagirker de ji heman malbatê 3 kes birîndar bûn.

Cihad Ebdullah ê ku dayik, bav û xwişkek wî ji ber bombebarana dewleta Tirk bi jehrê ketine, anîn ziman ku ew ji ber bê helwestiya aliyên peywendîdar a li beramberî bûyerê bifikarin û got,

“Ev bûyera hatî serê me, ji bûyera kimyebarana Helebce ne kêmtire. Lê mixabin em hatine paşguhkirin.

Tevî ku li nexweşxaneyê bijîşkan eşkere kiriye ku her sê kes bi jehrê ketine jî heta niha kesên pêywendîdar dermanê li dijî jehrê û rapora ku vê rewşê belge bike nedane.

”Ger pêşiya êrişên dewleta Tirk neyê girtin wê herêm bibe çol”

Der barê bikaranîna dewleta Tirk a çekên kimyayî û bandora wê ya li ser xwezaya Kurdistanê de, berpirsên rêxistinên jîngehê jî helwest nîşandan.

Rêxistinên jîngehê balkişandin ser metirsiya bikaranîna çekên kimyayî ku rojane dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi kartîne û gotin:

”Ger pêşî li êrişan neyê girtin, li herêma Biradost, Behdînan û li beşekî zêde yê Başûrê Kurdistanê jiyan ji bo welatiyan, lawiran û çandiniyê namîne û di dawiyê de jî wê herêmê wergere çolekê.”

Serokê Rêk-xirawa Mêrge-mînî ya ji bo Parastina Jîngehê Dilşad Ebdullah Biradostî jî diyarkir ku ji ber topbaran û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 70 gundên devera Sîdekan bi temamî vala bûne û şewitîne.

Back to top button