Şaredara Reqayê Leyla Mistefa hêjayî xelatê hate dîtin

Bajarê Reqayê a ku paytexta DAIŞ’ê bû, piştî ku ji tarîtî û dagirkeriyê hat rizgarkirin di warê jiyanî, civakî û xizmetê de gelek gavên girîng lê hatin avêtin.Piştî ku zilma çeteyên DAIŞ’ê hat bi dawîkirin jiyan li bajêr ji nûve şên û geş bû.Xelata Şaredariya Cîhanî ya îsal hejayî şaredara bajarê Reqayê Leyla Mistefa hate dîtin.

Piştî ku DAIŞ’ê bajarê Reqayê dagirkir û tarîriya xwe lê ferz kir, gumana jinûve avakirina jiyaneke bi ewle tune bû.

Piştî ku li vî bajarê ku dikeve bakur û Rojhilatê Sûrî bi sedan jin hatin kuştin, revandin û firotin, jiyana asayî bi rizgarkirinê xemilî.

Li vî cihê ku her tişt lê reş bû, jiyan xwe ji nûve avakir û bû mînak ji cîhanê tev de re.

Li ser asta cîhanê her sal xelata şaredariya cîhanî (World Mayor Award) tê dayîn.

Îsal jî ev xelat hêjayî bajarê Reqyê hate dîtin.

Barajê Reqa ji bajarên xurt, wekhev û şînkahî hate pejirandin.

Leyla Mistefa şaredara bajarê Reqayê ye, ji ber xebatên xwe hêjayî xelatkirinê hate dîtin.

Ji bo xelata îsal jî, ji deverên cuda yên cîhanê neh şaredar hatin hilbijartin.

Di nav wan de, Şaredarê Enqereyê Mansûr Yavaş û Şaredarê Rotterdamê Ahmed Aboûtaleb jî hene.

Komîteya amadekar ya xelata şaredarê cîhanî bi daxuyaiykê got:

Xelata Şaredarê Cîhanê bêpere ye û ev hilbijartin ne ji bo reklamekê ne jî ji bo meyleke bazirganî tê kirin.

Xelata Şaredara Cîhanî ji Şaredara Reqayê ya Sûriyê Leyla Mistefa re hate dayin, ji ber hewldanên xwe yên jinûve avakirina Reqayê piştî dagirkeriya DAÎŞ’ê.

Bajarê Reqayê di 20’ê Cotmeha 2017’an ji aliyê şervanên QSD û bi pêşengtiya YPJ’ê ji terora DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Back to top button