Şaredarî li bajarokê Tenûriyê yê Qamişlo dest bi sererastkirina riyan kir

Bi hatina payîzê re şaredariyên li herêma Cizîrê dest bi sererastkirina riyan û gelek pirojeyên din, dike.

Şaredariya bajarokê Tenûriyê ya girêdayî bajarê Qamişlo dest bi ziftkirina riyên xerabûyî kir.

Beriya demsala zivistanê divê riyên ku xerabûne werin sererastkirin.

Li ser daxwaza xelkê bajarokê Tenûriyê yê rojhilatê Qamişlo şaredariya gel dest bi ziftkirina rêya di navbera bajarok û gundê Dekşûriye de kir.

Rêya tê çêkirin 2 hezar û 200 metre ye.

Hevserokê Şaredariya Gel a Tenûriye Ebdulmelek Ebdullah da zanîn ku ji bo vê projeyê 11 hezar dolar hatiye veqetandin.

Li gundê Mistefawiye jî ku girêdayî navçeya Girkê Legê ye, şaredarî hewl dide projeyên xwe beriya zivistanê bi dawî bike, bi taybet projeyên sererastkirina rêyan.

Li gorî rayedaran, hindik maye projeya ziftkirina rêya di navbera gundê Mistefawiye û gundê Til Ceman de bi dawî bibe.

Rêya qala wê tê kirin, 3 hezar û 700 metre ye û ji bo wê 16 hezar dolar hatiye veqetandin.

Şaredarî li navçeya Şedadê dest bi sererastkirina gelek xebatan kir

Şaredariya Gel ya navçeya Şedadê a kantona Hesekê bi hevkariya Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê dest bi amadekirina stasyonên avê yên li Cibisa û Sîna kir.

Li gorî Şaredariyê wê 50 hezar dolar wê li vê projeyê were xerçkirin.

Di vê projeyê de şaredarî dê gelek bîran bikole, amûrên parzûnkirinê yên nû bi cih bike û kehrebeyê bigihîne stasyonan.

Her wiha di çarçoveya plansaziya şaredariyê de wê ji sedî 70 kolanên navçeyê bêne rohnîkirin û wê rêya gundê Kaniyê jî were ziftkirin.

Back to top button