PROJEYA DEWLETA TIRK A DAGIRKER JI BO QUTKIRINA EFRÎN JI SÛRIYÊ BERDEWAM E

Sînorê Suriyê tê guhartin û nexşeya wê pê tê lîstin.
Ev yek jî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê kirin.
Dewleta tirk Efrîn ji sûriyê qut dike, mixabin ev yek li pêşberî çavê Cîhanê û Hikûmeta Sûrî ya ku her tim qala serweriyê dike pêk tê.

 

Li gorî çavkaniyên ji Efrînê duh bi dehan barhilgirên dewleta Tirk a dagirker ku zêdetirî 50 dîwarên çemento hilgirtibûn ji bajarê Efrînê berê xwe dabûn gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawayê.

Ev dîwarê ku tê avakirin ji gundê Berad, Kîmar, Cilbirê û Meryemînê yê Efrînê dest pê kir.

Bilindbûna vî dîwarê, 3 Metre ne.

Li gorî agahiyan, aramnca Dewleta Tirk a destpêkê ew e ku, vî dîwarî ji Kelha Semian heta bi Ezazê ve bikişîne.

Bi vê yekê Efrîn bi temamî ji Sûrî tê qutkirin û herêmên dagirkiriye jî bi ser hev dike.

Leave a Reply

Back to top button