Li Norwecê koalîsyona çepgir di hilbijartinan de bi ser ket û cara pêşîn du Kurd ketin meclîsê.
Di meclisa koalîsyona çepgir de du Kurd ketine meclisê.
Seher Aydar ji Partiya Sor ji rêza duyemîn û Manî Huseynî jî ji Partiya Karkeran ji rêza pêncemîn ketin meclîsê.
Seher Aydar û malbata xwe ji bajarê Tirkiyê Konyayê koçî Norwecê bûn.
Seher Aydar soz dabû ku wê bibe dengê hemû Kurd, bindest, têkoşîna mafdar a gelên Kurdistanê û wê li dijî şer, faşîzm û dagirkeriyê têbikoşe.
Her wiha Huseynî yê ku ji herêma Akershûs a Osloyê di rêza pêncemîn de kete meclîsê, nêzî 23 sal berê tevî malbata xwe ji Rojhilatê Kurdistanê koçî Norweçê kiriye.
Manî Huseynî diyar kiribû heke ew bibe parlementer ew ê bala siyasetmedarên Norwecê bikişîne ser hevgirtina bi gelê Kurdistanê re.