Ji ber ku di van demên dawiyê de hijmara pêketiyên bi vîrûsa Coronayê li Bakur û Rojhilatê Sûrî zêdebûne. Rêveberiya Xweser biriyara qedexekirina kombûnan û lixwekirina devpoşkan derxist.
Rêveberiya Xweser li ser pêşniyara Şaneya Krîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî û li gorî biryara Desteya Tendirûstiyê, hin biriyar girtin.
Ev biriyar jî wiha ne:
– Kombûn li (holên şahiyan, konên şînê, civînên mezin, kongre û meşan) qedexe ye.
– Divê her kes devpoşkan li xwe bikin û bergiriyên pêwîst ku rê li belavbûna vîrûsa Corona bigire, pêk bîne.
Ev biryar ji 17’ê meha Îlonê ve, wê dest pêbike.