Dewleta Tirk gundê Bênê û Aqîbê yên Şêrawa topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xw êrişên xwe yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Dagirkeran careke din êriş birin ser gundên Minbic û Şêrawa ya navçeya Efrînê.

Beriya çend seatan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bênê û Aqîbe yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi çekên giran topbaran kirin.

Heya niha tu agahî li ser ziyanan nehatiye bi dest xistin.

Hêzên dagirker êrişî gundên Minbic û Şêrawa ya Efrînê kirin

Berî niha jî Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand bû ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi dijwarî êrişî gundê Um Edesa yê Bakur-Rojavayê bajêr kiribûn.

Li gorî Navendê, êrîş ji baregeha Dewleta Tirk ya li gundê Yaşlî dihate kirin.

Navendê dest nîşan kir ku ji ber topbaranê zirarên mezin gîhiştîye malên sivîlan û nêzî 50 topên hewan û obîsan li gund ketin.

Back to top button