LI DÊRA ZORÊ 2 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê YÊN HEWL DAN ÊRÎŞ BIKIN, HATIN KUŞTIN

Mijara şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê yek ji xeteriyên herî mezin li ser ewlekariya herêmê ye. Li gundê Dîban ê Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ’ê dema hewl dan êrîş navneda hêzên ewlekariya hundirîn bikin hatin kuştin.

Çavkaniyekî leşkerî ji Dêrazorê ragihand ku 2 çeteyên DAIŞ’ê doh êvarê hewl dan êrîşî navenda hêzên ewlekariya hundirîn a li gundê Dîban a Dêra zorê bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewl dana çeteyan vala derxistin.

Heman Çavkaniyê diyar kir ku piştî şerekî kurt her du çete hatin kuştin.

Piştî têk birina çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê leşkerî ve , şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê hewl didin aramiyê herêm têk bibe.

Hêzên Ewlekariyê jî li dijî endamên van şaneyan dest bi oparasyonê kirine.

 

Leave a Reply

Back to top button