Zelal Ceger: Gelê Kurd têkoşîneke mezin meşand

Derbarê salvegera duyemîn ya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger got: ”Bi vê pêngavê re gelê Kurd hem ji bo parastina destkeftiyên xwe, hem jî ji bo azadiya rêber Apo gaveke girîng avêt û têkoşîneke mezin meşand.”

Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 40’emîn a derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de salek berê pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ ragihandibû.

Bi ragihandina pêngavê re li her çar perçeyên Kurdistanê û li Ewropyayê çalakiyên cur be cur pêk hatin û li hember êrişên dewleta Tirk berxwedanek mezin hat nîşandan.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger li ser salvegera pêngavê û bandora wê ya li Rojhilata Navîn û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û pêngav weke gavek girîn bi nav kir û got, ”Bi vê pêngavê re gelê Kurd hem ji bo parastina destkeftiyên xwe, hem jî ji bo azadiya rêber Apo gaveke girîng avêt”.

Back to top button