Li bajarê Kandaharê yê Efxanistanê bi hezaran kes li dijî plana Talîban meşiyan-HAT NÛKIRIN

Piştî kontrola welat bidest xistin, Tevgera Talîbanê tolê ji endamên berê yên artêşa Efxanistanê digre. Li dijî vê yekê bi hezaran kes li bajarê Qandaharê daketin meydanê û zextên Talîbanê şermezar kirin.

Hemwextî van xwepêşandanan, di navbera Talîbanê de parçebûn jî derketiye. Di navbera alîgirên Baradar û Heqqanî de pevçûn derketin. Çarenûsa pêşengên Talîban Barader û Axundzade jî nayê zanîn.

Li bajarê Kandaharê Tevgera Talîbanê li dijî endamên berê yên artêşê û malbatên ku zarokên wan di şer de hatine kuştin, biryarek da.

Li gorî vê, Talîban ji wan kesan xwest ku di nava 3 rojan de xaniyên xwe vala bikin û ji herêmê derkevin.

Hat zanîn ku hejmara malbatên ketine ber biryara Talîbanê 3 hezar e.

Li dijî vê biryarê, derdora 10 hezar Kandaharî daketin meydanê û biryara Talîbanê şermezar kirin.

Kesên li ber walîtiya bajêr kom bûn anî ziman ku ev 30 salên li taxê xwe ne û got, eger bi darê zorê werin derxistin, devereke ku herênê tine ye.

Ji ber hêrsa gel waliyê Kandaharê biryar da ku bi awayekî demkî biryarê rawestînin û got, ew ê mijarê li gel rûsipiyên bajêr gotûbêj bike.

Di nava alîgirên baradar û heqqanî de şer derket

Hemwextî van xwepêşandanan, di navbera Talîbanê de parçebûn jî derketiye.

Li gorî nûçeya BBC ya spartî berpirsekî payebilind yê Talîbanê, li koşka serokomariyê di navbera alîgirên Mala Ebdulxanî Baradar û ji pêşengên Haqqanî Wezîrê Koçberiyê Xelîl ur Rehman Heqqanî de pevçûn derket.

Alîgirên herdû aliyan jî berşdarî pevçûnan bûne.

Li aliyekî din her çiqasî Talîban kuştina Baradar û Ahundzade red dike jî lê heta niha nekariye alîgirên xwe û raya giştî bide îqnakirin.

Senetorên DYA dixwazin Talîban weke rêxistinên teror were diyarkirin

Di vê navberê de, Endamên Kongreya DYA’yê xwest Talîban wek rêxistineke terorîst were diyarkirin.

Senatorê Komarparêz Lindsey Graham û endamê partiya Komarparêz Mike Waltz bang li Wezareta Karên Derve kir ku Talîban wek ‘rêxistineke terorîst a biyanî’ were binav bikin.

Lindsey Graham di daxuyaniyek de destnîşan kir ku eger Talîban wek rêxistineke terorîst were binavkirin, dewletên din bi hêsanî nikarin alîkariya wê bikin.

2’yê Tîrmeha 2002’an piştî pêngava leşkerî ya Amerîka li Efxanistanê biser ket, Serokê wê demê yê DYA George W. Bush Talîban ji lîsteya terorê derxistibû.

Back to top button