Artêşa Tirk qirker Til Temir û Şêrawa topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrişên xwe yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin.
Arêtşa Tirk a qirker û çeteyên wê careke din gundê Derdara yê Til Temirê bi çekên giran topbaran dikin.

Artêşa Tirk a qirker û çeteyên wê doh derengiya şevê gundê Derdara yê dikeve bakurê navçeya Til Temirê û li ser rêya navçeya Zirganê ye, bi obîs û hawanan topbaran kirin.

Çend saet beriya êrişa li ser gundê derdara, artêşa qirker gundê Bênê û Aqîbe yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê jî bi çekên giran topbaran kirin.

Di encama topbaranên li ser herêma ziyarên maddî gihîşt zevî û erdên welatiyan.

Back to top button