Bi biryara rêveberiya Kampa Holê 92 malbat hatin derxistin

Tê payin ku wê Rêveberiya Xweser îro komek malbatên li Kampa holê diman, ji kampê derxîne û bişîne cih û warên wan.

Rêveberiya xweser ji bo ku zarokên li kampê ji hişmendiya DAIŞ’ê biparêze, di 10’ê cotmeha 2020’an de biryara derxistina koçberên Sûrî yên di kampê de, da.

Biryar dibêje ku malbatên ji Reqayê yên ku tu sûc li ser wan tune ne, wê ji kampa Holê werin derxistin.

Nûçegihanê me ragihand ku li gor agahiyên li ber destê wan, dê 92 malbatên ji Reqa û gûndewarên wê ku jimarê wan 324 kesin, ji kampê were derxistin.

Nûçegihanê me diyar kir ku proseya derxistina malbatan ji kampê dê îro pêk were.

Back to top button