Rêveberiya Sotemeniyê ya kantona Qamişlo dest bi belavkirina mazotê kir

Rêveberiya Sotemeniyê ya kantona Qamişlo dest bi belavkirina mazotê zivistanê li tax û navçeyên kantonê kir.

Her malbatek wê 440 lître mazot bi nirxê 75 L.S bigire.

Heta niha navê derdora 40 hezar malbatî ji bo girtina mazotê hatî tomaarkirin.

Mazot bi rêya sîtêrên taybet bi hevkariya komînan tê belavkirin.

Rêveberê Rêveberiya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê Ebdulselam Ebas li ser mijarê axivî.

Ebdulselam Ebas da zanîn ku wê 200 milyon lître mazot li herêma Cizîrê bê belavkirin.

Back to top button