Gora Melik Zoser yê li Misrê..piştî 15 salan ji sererastkirinê, ji bo serdana geştiyaran hat vekirin

Gora Melik Zoser, li Misrê yek ji sembolê herî girîng ên dîroka kevnar e
Piştî 15 sala ji xebatên sererastkirinê, gor careke din ji bo serdana geştiyan hat vekirin.

Gora malbata Melik Zoser a dîrokî ku li herêma Saqara ye, cara pêşî sala 1928’an ji aliyê arkeologên Îngilîz ve hat vedîtin.

Li gorî zanyaran temenê wê 4 hezar û 700 sal e.

Gora ku ji 2 beşan pêk tê di nav de gelek sembol û nîşaneyên dîroka hezaran salan a Misrê hene..

Di gorê de mezintirîn darbesta ji kevirên Kravîd heye..

Giraniya vê darbestê biqasî 120 ton e.

Sala 2006’an ji ber xeteriya hilweşînê, gor li serdanan hate girtin û xebatên sererastkirinê destpêkirin.

Piştî 15 salan, gor doh bi merasîmeke hate vekirin.

Back to top button