”Bikaranîna çekên kîmyawî li dijî mafên mirovan e”

Dewleta Tirk a qirker li hember berxwedana gerîlayên azadiyê nikare pêşbikeve.
Ji bo vî di êrişên xwe de çekên kîmyawî bi kar tîne , HPG’ê dibêje ku di nava 4 mehan de zêdetirî 200 caran ev çek bikar aniye .
Aktîvîstên herêma Germiyan ya Başûrê Kuristanê jî bikaranîna vî çekî weke binpêkirinên qanûnên navneteweyî bi nav dikin.

Aktîvîstan da zanîn ku gelek sivîl li herêma Berwarî Bala ji kîmyawî bandor bûne, lê nexewşxane vî tiştî vedişêrin û gotin,

”Tevî ku çekên kîmyawî li qada navneteweyî qedexeye û binpêkirina mafê mirovan e jî lê dewleta Tirk bi karî tîne.

Cihê pirsê ye, ji ber çi heta niha raya navneteweyî bêdenge?

Pêwîste hikûmet û aliyê peywendîdar bişopînin, vî tiştî bikin dosya tawanbarkirina dewleta Tirk, lê mixabin, ti kes xwedî lê dernakve.”

Back to top button