Dozgeriya Haîtî serokwezîr ji kuştina Moîse sûcdar kir

Di encama lêpirsîna têkildarî kuştina Serokdewletê Haiti Jovenel Moise de, dozgeriyê pêşniyar li serokê dadgehê kir ku Serokwezîr Ariel Henry sûcdar bike.

Li Haitiyê, lêpirsîna li ser kuştina Serokdewlet Jovenel Moise ji 7’ê Tîrmehê ve dewam dike.

Serdozgeriya Haitiyê pêşniyar kir ku têkildarî kuştina Jovenel Moise, Serokwezîr Ariel Henry bê sûcdar kirin.

Ji bo hinceta vê yekê jî axaftina bi telefonê ya bi sûcdaran re nîşan da.

Wezîfedarê serdozgeriyê Bed-Ford-Claude destnîşan kir ku divê destûr neyê dayin Henry ji welat derkeve.

Serokdewletê Haiti Jovenel Moise 7’ê Tîrmehê ji aliyê komekî komando ve li mala xwe hatibû kuştin.

Claude ji dadgehê re nameyek nivîsî û got,

“Ji bo sûcdarkirina Henry bi têra xwe delîl hene û divê derfet bê dayin ku lêpirsîn bê meşandin.”

Serokwezîr Ariel Henry jî lêpirsîna serdozgeriyê weke ‘berevajîkirinê’ şîrove kiribû.

Têkildarî kuştina Jovenel Moise 18 Kolombiyayî, 2 Amerîkiyên bi eslê xwe Haîtî, bi giştî 44 kes hatin girtin.

Back to top button