Li Kenyayê zêdeyî 2 milyon kesî bi metirsiya birçîbûnê re rûbirû ne

Li Kenyayê, hişkesaliyê bandor li nîvê welat kiriye. Vê yekê jî bi xwere xeteriya birçîbûnê li ser zêdeyî 2 milyon kesî avakiriye. Desthilata Rêveberiya Zuhabûna Netewî ya Kenyayê (NDMA), hişyariya birçîbûnê da.

Desthilatdariya Kenya ragihand ku niştecîhên li 23 herêmên li seranserê welêt dibe ku di nava şeş mehên pêş de pêwistiya wan bi alîkariya lezgîn a xwarinê hebe.

Rêveberiyê diyar kir ku Vîrûsa Corona û nebarîna barana îsal bû sedema ku birçîbûn derbikeve.

Tê pêşdîtin ku barana navbera Cotmeh û Kanûnê jî bendewariyên heyî kêmtir be.

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), rewşa Tîrmehê nirxand û ragihand ku ji ber hişkesaliyê pêdivî bi 62 milyon siterlîn heye.

Li Kenya herêmên ku zuhabûn lê heyî, cihên herî zêde hajarî û nearamî lê heyî ne.

Back to top button