Sîsî: Divê çeteyên dewleta Tirk ji Lîbya werin derxistin

Li Lîbya ji her demê zêdetir, çeteyên biyanî xeteriyê li ser ewlekariya welat dikin. Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî bi Serokê Parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih û fermandar Xelîfe Hefter re, rewşa dawî ya Lîbyayê nîqaş kir.

Sîsî careke din banga derxistina çeteyan ji Lîbyayê kir.

Sîsî îro Eqîle Salih û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar a Lîbyayê Hefter, pêşwaz kir.

Berdevkê Serokatiya Misirê bayloz Besam Radî da zanîn ku herdu aliyan rewşa dawî li Lîbyayê, têkiliyên Misirê bi Lîbyayê û gelê wê re û polîtîkeya Misirê nîqaş kirin.

Serokê Misirê diyar kir ku divê destwerdanên derve li Lîbyayê çênebin û hemû hêzên biyanî û çete ji axa welat derkevin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê li Lîbya 24’ê Kanûnê hilbijartin pêk werin.

Ji bo vê yek ji astengiya sereke hebûna çeteyên biyanî li Lîbya ne.

Li gorî daneyên Netewên Yekbûyî nêzî 20 hezar çeteyên biyanî li welat hene.

Piraniya van çeteyan jî dewleta Tirk ji Sûriyê derbasî herêmê kiriye.

Back to top button