209 kesên propaganda û bazirganiya pereyên sexte dikirin hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 209 kesên propaganda û bazirganiya pereyên sexte dikirin, hatine girtin.

Di demên dawîn de dolar di sûk û dikanên bazirganiyê û pîşesaizyê de buye pereyê sereke .

Her wiha di nav de, gelek dolarê sextekirî jî hene.

Ji bo parastina ewlehiya aborî, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuayniyê de, hate bi bîr xistin ku li gorî biryara Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a di 14`ê Tîrmeha 2021`an, Nivîsgeha Têkoşîna li Dijî Sûcên Birêxistinkirî rewşa sûkan şopand da ku rê li pereyên sextekirî bigire.

Hat diyar kirin di vê çarçoveyê de, 209 kesên ku beşdarî karên propaganda û bazirganiya pereyên sexte bûne, hatin girtin.

Her wiha 473 hezar dolarên sextekirî yên bi wan re, hatin desteserkirin.

Ji wan 335 hezar dolarên sextekirî li herêma Reqayê hatin girtin.

Di dawiyê de ,Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku ji bo aramî û ewlehiya herêmê, ew ê xebatên xwe dewam bikin.

Back to top button