Dadgehê rûniştina doza girtiyên Behdînanê ji bo 12’ê Cotmeha 2021’an paşxist

Bi dehan rewşenbîr û çalakvanên Behdînanê di girtîgehên PDK’ê de têne girtin. Ji girtiyên Behdînanê Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî , dihat payîn ku îro li Hewlêrê bihatana dadgehkirin. Lê Dadgehê rûniştina dozê carek din taloq kir.

Der barê taloqkirina doza girtiyên Behdînanê de Rêxistina Aşitiyê ya Xirîstiyan CPT, Parlamenterê Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih û kurê Bedel Berwarî, Arî Berwarî nerazîbûn nîşandan.Li Silêmaniyê jî komek ji rojnamevan û çalakvanan ji bo piştgiriya girtiyên Behdînanê çalakî kirin.

Li herêma Behdînanê bi qasî salekê bi dehan rojnamevan, rewşenbîr û mamoste bi sedema li ber neheqiyê radibin hatine girtin.

Ji girtiyên Behdînanê Bedel Berwarî ê Mamoste û Umêd Beroşkî yê Rojnamevan, ji 19’ê Tebaxa 2020’an ve ji aliyê hêzên PDK’ê ve girtî ne.

Dihata payîn ku îro li Hewlêrê Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî bihatana dadgehkirin.

Lê dadgehê carek din bê ku sedem nîşan bide danişîna dozê ji bo 12’ê Cotmeha 2021’an paşxist.

Elî Heme Salih: Ji bo girtiyan bernedin rûniştina wan taloq dikin

lî heme salih: ji bo girtiyan bernedin rûniştina wan taloq dikin

Parlamenterê Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih li ser biryara dadgehê nerazîbûn nîşanda.

Elî Heme Salih der barê taloqkirina doza girtiyên Behdînanê de got;

“Ji ber ku ti belgeyek li ser Bedel Berwarî û Umêr Beroşkî nînin, ev salek di girtîgehê de ne û dadgehkirina wan tê taloqkirin.”

Rêxistina Aştiyê ya xirîstiyan (CPT ): Divê bedel berwarî were berdan

Rêxistina Aştiyê ya Xirîstiyan CPT jî der barê girtina Bedel Berwarî û girtiyên Behdînanê de daxuyaniyek da.

CPT’yê di daxuyaniya xwe de got;

“Mamosta Bedel Berwarî, bê ku belgeyek li ser hebe tê girtin. Divê demek ji ya din zûtir Berwarî were berdan û xebata xwe ya ji bo daxwaza mafê hemû civakê dewam bike.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew weke CPT hemû dozên dadgehê dişopînin û çavdêriya doza hemû girtiyên Behdînanê jî dikin.

Arî Berwarî: Tenê ji ber ku me daxwaza azadiyê kir, bavê min hat girtin

Piştî ku dadgehkirina mamosta Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî hate taloqkirin, kurê Bedel Berwarî, Arî Berwarî nerazîbûna xwe anî ziman û diyar kir tenduristiya bavê wî ne başe.

Arî Berwarî diyar kir ku girtiyên Behdînanê tenê ji ber ku azadiyê dixwazin hatine girtin û got:

“Xelkê Dihokê êdî ji siyaseta PDK’ê aciz e, û kesên ku xwe weke desthilatdarên Dihokê dibînin, ji fikrê bavê min ditirsin”

Arî bang li serokê PDK’ê kir ku guh bide wijdana xwe û xwest bavê wî were berdan.

Dema ku diviya Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî bihata dadgehkirin, li Silêmaniyê jî komek ji rojnamevan û çalakvanan ji bo piştgiriya wan û girtiyan li ber Dadgeha Silêmaniyê kombûn.

Di çalakiyê de li ser navê beşdaran Endamê Encûmena Mamostayên Nerazî Azad Heme Ferec daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku tevayî girtiyên Behdînanê bi lez û adîlane werin dadgehkirin.

Back to top button