Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê yek jê jin 4 sivîlên din revandin

Li Efrîna dagirkirî, hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê roj bi roj zêde dibe. Çete bi bihaneyên cuda sivîlan direvînin û di berdêla berdana wan de pereyan dixwazin.

Herî dawî çeteyan, yek jê jin, 4 sivîl, revandin. Ji destpêka meha Îlonê ve dagirkeran 31 sivîl ji Efrînê revandine.

Li Efrîna dagirkirî, Dewleta Tirk û çeteyên wê, her cure kirinên dermirovî yên mîna kuştin, revandin, dizîn û talankirinê dewam dikin.

Dagirker rojane bi bihaneyên bêbingeh şêniyên Efrînê direvînin û di berdêla berdana wan de pere ji malbatên wan dixwaze .

Li Gundê Keferzîtê yê bi ser Navçeya Cindirêsê, çeteyan pîremerê Êzîdî yê 70 salî Hesen Kalo ji gund revand.

Çeteyan di berdêla berdana pîremêrê Êzîdî de 5 hezar dolar xwestine.

Li Gundê Qere Baba yê bi ser Mabata jî çeteyan şêniyê bi navê Mahir Miqdad revandin û di berdêla berdana wî de 5 hezar dolar xwestin.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê jî, îstixbarata Tirk şêniyê bi navê Şiyar Fadil yê ji Gundê Birîmce yê bi ser navçeya Mabata revand û birin cihekî ne diyar.

Hat diyar kirin ku Şiyar berê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû revandin û piştî ku pere dabûn, hatibû berdan.

Jina navê Ferîda Mistefa ya 28 salî ya dayîka du zarokan, dema diçû serdana hevjînê xwe li zindanên dagirkeran girtî ye, bi sedema ku navê wê li ser lîsteya kesên berê bi Rêveberiya Xweser re kar kirine, hate girtin.

Ferîda ji 13 vê mehê ve girtî ye û heta niha aqûbeta wê ne diyar e.

Ji destpêka meha Îlonê ve çeteyan 31 sivîl ji Efrînê revandine

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, ji destpêka meha Îlonê û heta niha, dagirkeran 31 kes ji
Efrînê revandine.

Back to top button