Kenneth F.McKenzie û Mezlûm Ebdî çi axivîn?

Fermandarê Centcom’ê Kenneth F.McKenzie li gel Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de qala vekişîna hêzên Amerîkî ji Afganistanê û hebûna wan hêzan li Bakur û Rojhilatê Sûrî hat kirin.

10’ê Îlonê Fermandarê Biryargeha Navendî ya Amerîkayê Centcom’ê Kenneth F.McKenzie ji bo hevdîtineke taybet serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Aliyê hevdîtinê Femandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bû.

Li gorî Malpera Medya News, mijara sereke ya hevdîtinê, nîqaşkirina pêvajoya vekişîna Amerîka ji Afganistan û bandora wê li ser rewşa herêmê bû.

McKenzie di hevdîtinê de li ser helwesta Amerîka a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî ev tiştî ji fermandarên QSD’ê re gotine;

Divê were zanîn ku herêma wê û Afganistan ti carî nabin wek hev.

QSD û artêşa Afganistan jî ne mîna hev in.

QSD’ê xwe birêxistin kiriye û li hemberî her awayê êrişan liberxwe dide.

Civak li Bakur û Rojhilatê Sûrî jî xwedî proje ye û xwe birêxistin kiriye.

Ji ber vê yekê nabe ku em Afganistan û herêma li vir bikin mîna hev.

Herî dawî Fermandarê Centcom McKenzie eşkere kir ku wê piştgirî û hevkariya xwe li gel QSD’ê dewam bike.

US General McKenzie meets with Mazloum Abdi: US support to SDF will continue – Medya News

Back to top button