Navenda Lêkolînên Jineolojî semînerek da xebatkarên mêr

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê di çarçoveya pirtûka xwe ya li ser kûştin û xwekûştina jinan, semînerek da xebatkarên mêr ên Rêveberiya Xweser.

Pirtûk ji aliyê endama navenda Jineolojî Sedîqa Xilo ve hat xwendin.

Derbarê pirtûkê de nirxandin, nêrîn û pêşniyar ji aliyê beşdarên semînerê ve hatin dayîn.

Tê de erêkirin û daxwaza piratîk-kirina rê û rêbazên pêşîlêgirtina xwekûştinan hat kirin.

Endama navenda Jineolojî Rîma Ehmed diyar kir ku eger lêkolîna li ser kuştin û xwekuştinê ji bo navenda jinolojiyê tenê bimîne wê tu encaman negire, ji lewma wan dest bi rêzecivînan kirine.

Hevserokê Encûmena Rêveber yê herêma Firatê Mihemed Şahîn jî da zanîn ku ev lêkolîn ji bo sererastkirina civakê girîng e.

Tê payîn wê Navenda Lêkolînên Jineolojî piştî bidawîkirina rêzecivînan, pirtûka hatî amadekirin li ser xebatkarên sazî û dezgehan bê belav kirin.

Back to top button