Li gundê Aliya ya navçeya Girkê Legê zilamekî xweşka xwe kuşt

Li gundekî herêma Aliya ya navçeya Girkê Legê zilamekî, xwişka xwe ya 21 salî kuşt.

Li gundê Sermisaxa Jorîn kesê bi navê Qehraman Ebdurehman bi guleyekê xwişka xwe Dîlan Ebdurehman kuşt.

Li gorî agahiyên ku ANHA’yê ji gund bi destxistiye ku malbatan Dîlan bi darê zorê ew bi pismamê wê re dizewicînin tevlî ku Dîlan ev zewac bi hemû awayan red dikir.

Piştî ku pirsgirêk di navbera wê û hevserê wê de derdikevin Dîlan diçe mala bavê xwe û berdan xwest.

Lê birayê wê li dijî wê derdikeve û wê dikûje.

Derbarê bûyerê de hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da cihê bûyerê û lêpirsîn vekir.

Back to top button