DI NAVA 62 WELATAN DE TIRKIYE DI RÊZA 58’AN DE YE

Di salên dawiyê de ji ber polîtîkaya hikumeta AKP’ê û serokê wê Erdogan, krîza aborî derketiye. Saziya Weşanê ya Amerîka Bloomberg, diyar kir ku li gorî Endesta Sefaletê Tirkiye ji 62 welatan di rêza 58’emîn de ye.

Saziya Weşanê ya Amerîka Bloomberg, li gorî Endesta Sefaletê rewşa aboriya 62 welatan aşkere kir.

Bloomberg, anî ziman ku Tirkiye ji 62 welatan di rêza 58’emîn de ye.

Tirkiye piştî Efrîqaya Başûr ji rêzên dawî de di rêza çaran de ye.

Venezuela di rêjeya Enflasyonê ango bênirxbûna pereyê welat de, welatê yekemîn e.

Piştre welatên Arjantin, Efrîqaya Başûr û Tirkiye tê.

Tirkiye, li gorî hesabê 2018’an ê enflasyon û betaliyê li gorî endeksa sala berê bi 26,8 puanan ket rêza çaremîn.

Li gorî endeksa Bloombergê Tirkiye di nava welatê herî xerab de cih digire.

Leave a Reply

Back to top button