Li bajarê Qamişlo zarokê bi navê Idrîs Hisên bi fîşekek bêserûber jiyana xwe ji dest da.
Idrîsê 11 salî dema fîşek lê ket li nêzî stasyona benzînê ya Kornîş a li nêzî taxa Cûdî bû.
Li gorî ANHA’yê,
Doh çeteyên Dîfaa El-Wetenî, di dema rakirina cenazeyê şêxê eşîra Tay Mihemed El-Faris de bêserûber fîşek berdan.
Hemwextî vê bûyerê, zarokek û ciwanek dema ku li bazara penîr ya bajêr bûn, bi fîşekên bêserûber birîndar bûn.
Her du birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.