Şandeyeke MSD’ê û Rêveberiya Xweser serdana Moskoyê kir û bi nûnerên Wezareta Derve ya Rûsyayê re civiya.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl serdan weke encama guhertinên siyasî yê li herêmê binav kir û got;
Eger îro aloziya li Sûrî nayê çareserkirin, ev yesker ji ber dagirkerî û destwerdana dewleta Tirk e.
L ser vexwendeke fermî ya Wezareta Karê Derve, komeke ji berpirsên MSD’ê û Rêveberiya Xweser çûn serdana Rûsyayê.
Nûnertiya komê, seroka desteya rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed dike.
Di çarçoveya serdanê de, doh rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûrî li gel nûnerên Wezareta Derve a Rûsyayê kom bûn.
Li gorî agahiyên, Nivîsgeha Ragihandinê ya MSD’ê,
Hevdîtin erênî bû.
Tê de li ser çareseriya siyasî ya aloziya li Sûrî û pêwîstiya tevlêkirina MSD’ê di xebatên siyasî de hate gotûbêjkirin.
Her wiha sûcên şer ên dewleta Tirk jî yek mijara hevdîtina aliyan bû.
Aldar Xelîl: Serdan beşek ji xebatên şoreşê ye
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl yê doh mêvanê bernameya Bûyer a televizyona me bû, mijar şîrove kir.
Xelîl serdana şandeyê bo Moskoyê weke beşek ji xebatên şoreşê binav kir û got:
Aldar Xelîl diyar kir ku hevîdtinên wiha tê wateya naskirina Rêveberiya Xweser e.
Aldar Xelîl: Dewleta Tirk li hember çareseriyê dibe asteng
Aldar Xelîl anî ziman ku astengiya herî mezin li hemberî çareserkirina aloziya li Sûriyê, hebûna dewleta Tirk e.
Aldar Xelîl: Çareseriya aloziya li Sûriyê bê me ne pêkan e
Li hemberî destwerdanên derve, Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl anî ziman ku bêyî qebûlirin îradeya gelê herêmê, çareseriya li Sûrî ne pêkan e.