ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ BI MERASÎMEKÊ CENAZÊ ŞEHÎD DOGAN SPARTIN AXÊ

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Dogan Qendîl li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehres a girêdayî kantona Şehbayê spartin axê.

Şehîd Ebdurehman Hiso bi sernav Doxan Qendîl, 16`ê Nîsana 2019 an di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû.

Şênî li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafîn cenaze wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ve ketin rê.

Li goristanê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, û Meclisa Herêma Efrînê axaftin kirin.

Kesên ku li goristanê axivîn soz dan ku şopdarê rêya şehîdan bin ta ku xaka welat ji dagirkeran baqij bibe.

Di dawiya merasîmê de, bi silogan û tilîlên daykan şehîd hate oxir kirin.

Leave a Reply

Back to top button