Bi hezaran kes ji bo Çil Rojiya Îmam Hisên ji Zî Qar ber bi Kerbelayê ve meşiyan

Ji bo civaka Şîi merasîmên Heca Çil Rojan û bîranîna Îmam Husên destpêkirin.
Yek ji navendên girseyê yên van merasîman bajarê Iraq Kerbala ye.
Bi vê armancê doh bi hezaran Şîi ji Başûrê welat bajarê Zî Qar ber bi Kerbelayê ve meşiyan.

Piştî 40 rojan ji şîna Îmam Husên, civaka Şîi ji bo pêkanîna Hecê berê xwe didin deverên pîroz.

Û bi taybet bajarê Iraq Kerbela devera ku Merqeda Îmam Hisên lê ye.

Di serî de Îran, ji bo hecê her salê van wextan bi sed hezaran kes berê xwe didin Iraqê.

Taybetmendiya van merasîman jî ew e ku kesên Hecac bi meşê diçin serdana Merqeda Îmam Hisên.

Gelek ji wan kesan ji bo bighêjin, Kerbelayan, heta 500 kîlometre dikarin bimeşin.

Doh bi vê armancê meşên dirêj destpêkirin.

Ji başûrê Iraq, bajarê Zî Qarê bi hezaran kes ketin ser rê û bi gotina sloganên “Lebyeke ya Husên” ber bi Kerbelayê ve meşiyan.

Back to top button