Amerîka, Ingilîstan û Awusturalya li dijî Çînê, tifaqa leşkerî avakirin

Doh di navbera Amerîka, Ingilîstan û Awusturalyayê peymaneke sê-alî hate mohrkirin.
Bi vê yekê re wê Auwsturalya bibe xwedî keştiyên bin avî yên enerjiya nukleerî.
Ev yek weke tifara hersê welatan a leşkerî li dijî Çînê hate binavkirin.

Serokê Amerîka Joe Biden, serokwezîrê Îngilîstan Borîs Johnson û serokwezîrê Awusturalyayê Scott Marrîson (Skot Karîson) doh peymana parastinê mohr kirin.

Li gorî peymanê, Awysturalya wê karibe bibe xwediyê keştiyên bin avî yên enerjiya nukleerî.

Awusturalyayê jî eşkere kir ku armanca wan ew e bibin xwedî 8 keştiyên bin avî yên nukleerî

Piştî hersê lîderan lihev kir, peyman bi daxuyaniyekê hate ragihandin.

Hemwextê ragihandin peymanê, Çîn jî diyar kir ku ew ê li herêma Hînd-pasîfîkê berjewendiyên xwe ên leşkerî biparêze.

Hersê welatan îdîa kirin ku armanca wan ji peymana binavê “AUKUS” peydakirina aramiyê li herêma Hînd-pasîfîkê ye.

Her çendî di daxuyaniya lîderan de eşkere navê Çînê nehate gotin jî lê peymana wan bi awayekî zelal weke pêngava asntegkirina xebatên leşkerî yên Pekînê hate qebûlkirin.

Ji xwe nerehetî û fikarên van hersê welatan ji ber tevgera leşkerî ya Çînê li herêma Hînd-Pasîfîkê tê zanîn.

Serokwezîrê Îngilîstanê Johnson peymana weke encama hevalbendiya hersê welatan binav kir û got;

Em ê di warê parastinê de hevkariyeke nû ava bikin.

Di vê navberê de ji ber ku li dervweyê peymanê hate hiştin, Fransayê nerazîbûn nîşan da..

Back to top button