Li Şemzînanê 6 leşker hatin kuştin wesayîta zirxî hat rûxandin

Gerîlayên YJA Starê di çarçoveya pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê çalakiya tolhildanê ya ji bo 6 gerîlayên ku li herêma Avaşînê bi gazên kîmyewî şehîd bûbûn, pêk anîn.

HPG’ê diyar kir di encama vê çalakiyê de 6 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û wesayîteke zirxî ya Reo jî hat rûxandin.

Berxwedana gerîlayan ya li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê roj bi roj mezin dibe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk ya dagirker û berxwedana gerîlayên azadiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê derbarê berxwedana di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de ev agahî parve kir,

“15’ê Îlonê hêzên me yên YJA Starê li wesayîta zirxî ya Reo ya artêşa Tirk a dagirker xistin ku ji qereqola Şkeftan ya girêdayî Şemzînanê a Colemêrgê ber bi gundê Katûna ve diçû.

Di encama vê çalakiyê de wesayît hat rûxandin, 6 dagirkerên tê de hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.
Piştî vê çalakiyê artêşa Tirk ya dagirker bi ambulans û helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûrxistin.”

HPG’ê diyar ev çalakiya serketî ji bo tolhildana 6 gerîlayên ku li Girê Sor ya Avaşînê bi gazên kîmyewî şehîd bûbûn hat kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir ku 15 û 16’ê Îlonê qadên Werxelê, Girê Şehîd Întîkam, Girê Qertel û Stunê yên Avaşînê; qadên Kûnişka û Karker yên herêma Zapê; her wiha derdora gundên bajaroka Kanî Masî ya bi ser Amêdiyê û Qela Qumriyê bi teqemenî, hawan, helîkopter û balafirên şer hatin bombebaran kirin.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku di dem û dîrokên cuda di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de şehîd bûbûn eşkere kir.

HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re xwest.

Back to top button