Remziya Mihemed: Hikumeta Şamê û hêzên garantor berpirsên êrişan e

Berdevka Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed hikumeta Şamê û hêzên garantor berpirsên êrişên li ser herêmê dibîne. Remziya her wiha dibêje berxwedana gel tevahî êrişan têk dibe.

Li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka başûrê Kurdistanê, li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî jî pêk tên.

Berdevka Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed, êriş û berxwedana gel nirxand.

Remziya Mihemed armanca êrişên dagirkeriyê bi vê sedemê ve girê dide..

Remziya di êrişên hewayî li ser herêmê de hikûmeta Şamê tewanbar dike, li beramberî vê jî Rûsya û Amerîka jî berpirsyar dibîne.

Remziya Mihemed: Vîna gel ji çekên dagirkeran xurtir e

Berdevka Kongra Star anî ziman ku dewleta Tirk xwe li ber pergala rêveberiya Xweser ranagire, lewra bi her awayî êriş dike, lê gel jî xaka xwe diparêze.

Berdevka Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed di dawiyê de teqez kir ku vîna gel ji dagirkeran xurtir e. Wê teqez xwediyên vînê bi ser kevin.

Back to top button