Li Dêra Zorê serçeteyek şaneyên DAIŞ’ê hat girtin

Operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê dewam dike. Di vê çarçoveyêde li bejahîya Dêrezorê serçeteyek hat girtin.

Hêzen Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bi daxuyanîyeki ragihand ku di 15 îlonê de, Hêzên Taybet ên girêdayî wan (HAT) bi hevkarîya Koalîsayona Navnetewî, li dijî şaneyeki DAIŞ’ê operasyon pêkanîne.

Di daxuyanîyê de hat gotin: ”Hêzên me li bajarokê El-Şehîl ê bejahîya Dêrezorê serçeteyki ku plansazî, rêxistin kirina şaneyên veşartî dikir û beşdarî êrişan bûye hate girtin.”

Hat diyar kirin çek û alavên ku ji bo çandina mayînan û kuştinê jî bikartanîn hatin desteserkirin.

Back to top button