Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 508 kesên din bi vîrûsa Corona ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 508 kesên din bi vîrûsa corona ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr, Ciwan Mistefa diyar kir kesên bi Coronayê ketine 330 mêr, 178 jin in.

Ciwan Mistefa da zanîn ku 14 kes baş bûne û 8 kesên din jiyana xwe ji dest dane.

Bi van daneyan re, li herêmê heta niha 23 hezar û 964 kes bi Koronayê ketine, 824 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 42 kes baş bûne.

Back to top button