ÇALAKIYA LEYLA GUVEN DI ROJA 163’YAN DE YE

Çalakiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan hatîn destpêkirin, bi biryar heta niha li dar in .
Ji van çalakiyan jî, çalakiya pêşenga Berxwedana Hevseroka KCD Leyla Guven di roja 163’yan de ye.

Çalakiya koma despêkê ya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku ji 16’ê Kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin 125 roj in lidare.

Ji 1’ê Adarê ve jî bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ev çalakî jî di roja 50’an de ye.

Hat ragihandin ku Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê êdî vîtamînan nadin girtiyên di greva birçîbûnê de.

Îsmet Akin ku 115 roj in di greva birçîbûnê de ye bi telefonê li dayika xwe geriya û got:

“Ji ber siheta min nebaş e, nikar im razêm.”

Her wiha Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Di heman wextî de;

Çalakiya Sedat Akin105,

Gurbet Ektîren 95,

Semra Alkan 103,

Îhsan Sinmiş 52 roj in piştî ji girtîgehê hatin berdan jî çalakiya xwe li malê dewam dikin.

Leave a Reply

Back to top button