Sîsî li Qahîre El Debîbe pêşwazî kir

Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî li Qahîreyê serokê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe pêşwazî kir.

Berdevkê serokatiya Misirê diyar kir ku serokwezîr Mistefa Medbûlî û serokê îstixibatata giştî Ebas Kamil tev li civînê bûne.

Misir niha hewl dide El-Debîbe, Salih û Heftar li hev bicivîne.

Li gorî gelek dezgehên çapemeniyê ji bo derbaskirina nakokiyan dan û standin berdewam in.

Li gel ku nakokî dewam in, civata navneteweyî destnîşan dike ku divê hilbijartin di dema wê ya diyarkirî de naku 24`ê Kanûnê li dar bikevin.

Back to top button