Hûsiyan herêma dawî li Beyda kontirol kirin

Hûsiyên li Yemenê ku piştevaniya xwe ji Îranê digrin, navenda navçeya Es Sacmea ya wîlayeta El Bayda xistin bin destê xwe.

Li gorî agahiyên ji aliyê leşkerî ve hatine weşandin, li navçeya Es Savmea di navbera Hûsî û hêzên hikumetê de şerekî dijwar qewimî.

Di encamê de, Hûsiyan navenda navçeya Es-Savmea, ku weke kelha dawî ya hêzên hikumetê li parêzgeha Beyda bû, girtin.

Rayedarên leşkerî diyar kirin ku nedana alîkarî û desteka pêwîst ji artêşa Yemenê re bû sedema ku Hûsî navçeyê kontrol bikin.

Li Yemenê ku ev demeke dirêj e aloziya siyasî lê heye, di navbera Hûsiyan û hêzên girêdayî hikumetê de şer diqewimin.

Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike, ji Îlona 2014’an ve paytext Sana û hin herêm di destê wan da ye.

Hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî jî ji Adara 2015’an ve li dijî Hûsiyan piştevaniya hikûmeta Yemenê dikin.

Back to top button