Almanya..Di Hilbijartinaan de Partiya Sosyal Demokrat-SPD li pêş xuya dike

Ji hilbijartinên giştî yên Almanyayê tenê 10 roj man.
Ev demekê li gorî rapirsiyên têne amadekirin, Partiya Sosyal Demokrat-SPD li pêş xuya dike.
Eger wisa be, wê piştî 16 salan dawî li desthilata koalîsyona Yekîtiya Xiristiyana ya Demokratîk û Yekîtiya Sosyal a Xiristiyan were anîn.

Li Almanyayê 26’ê Îlonê hilbijartinên giştî pêk tên.

Bi qasî ku hilbijartineke asayî ye, di heman demê de wê bibe roja bidawîkirina erka serokwezîrtiyê ya Angela Merkel ku 16 salan bidawî bibe.

Ji ber vê çendê li gel zêdekirina hejmarên kursiyên li parlementoyê, namzetên partiyan ên serokwezîrtiyê jî lez didin xebatên xwe.

Beriya hilbijartinan bi 10 rojan, di rapirsiyên li welat hatin kirin de, nîşan didin ku partiya Merkel qedereke paşde maye.

Li gorî vê,

Partiya Sosyal Demokrat-SPD bi rêjeya ji sedî 25 li pêş e.

Partiya Yekîtiya Xirstiyanan a Demokrat CDU weke xwediyê ji sedî 20 denganin.

Di rêza sêyemîn de jî Partiya Keskan bi rêjeya ji sedî 15 tê xuyankirin.

Li gorî xebatên rapirsiyan, Partiya Çep jî ji sedî 2’yê dengên xwe zêde kirin.

Back to top button