Bi dehan sîtêrên tije mazota Îranê derbasî nava Libnanê bûn

Piştî hewldanên Hîzbullahê, îro bi dehan sîtêrên tije mazota Îranê derbasî nava Libnanê bûn.
Hîzbullahê ev yek veguheranda xwepêşandana propagandayê.

Di vê pêvajoya aloziya giran de, li Libnanê prisgirêka sotemeniyê zêde bibû.

Ji ber nebûna derfetan êdî wisa lê hatibû ku rêveberiya welat nikaribe mazot û benzînê bikre.

Li hemberî vê rewşê, Hîzbullahê daxwaz ji hevkarê xwe Tehranê kir da ku mazota Îranê derbasî Libnanê bikin.

Û piştî hewldanan vê dibê bi dehan sîtêrên Mazota Îranî gihiştin Libnanê.

Mazot bi rêya keştiyan pêşî li Bendera Bnyas a Sûrî hat valakirin.

Paşê ji wir ber bi Libnanê ve hate şandin.

Karwana sotemeniyê ji aliyê gel ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.

Di nava vê rewşê de Hîzbullah jî mijar veguherand xwepêşandana propagandayê.

Bi bî vî awayî nîşan da ku ew ê bibe hêza xelasiya ji aloziyan.

Back to top button