ÇALAKIYA NASIR YAGIZ 150 ROJ LI PEY XWE HIŞT

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li başurê Kurdistanê bi israrek xurt berdewam dike.
Li Hewlêr, Mexmûr û Silêmanî çalakî bi dewir girtina koman berdewame.
Di heman demê de berxwedana Yasir Yagiz 150, Fedîla Tok 90 û Herême Mehmud 55 roj li pey xwe hiştin.
Di heman demê de berxwedana Gulebax Celal jî di roja 34’an de bi biryardarî didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê di roja 150’an de ye.

Çalakî îro ji aliyê koma 75’emîn ve hate dewir girin.

Li ser navê koma 75’an Narîn Ehmed di dema dewir girtina çalakiyê de axivî û got:

“Tenê daxwaza me rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalane.

Divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike û ji bo bidestxistina armancên gel têkoşînê bilind bike.”

Berxwedana Endamê Meclisa HDP’ê li Başurê Kurdistanê Nasi Yagiz 150 roj li pey xwe hişt.

Her roja diçe rewşa tenduristiyê ya Yagiz giran dibe.

Tevî vê yekê jî bi israr çalakiya xwe berdewam dike.

ÇALAKIY FEDÎLA TOK 3 MEH LI PEY XWE HIŞT

Çalakiya greva birçîbûnê ya li wargeha Mexmûrê jî di roja 125’an de ye.

Çalakî îro ji aliyê koma 41’mîn ve dewir hat girtin.

Di heman demê de berxwedana bêdem û bê dorveger a Endama Kordînasyona Meclisa Iştar Fedîla Tok y aku 21 Çileyê destpê kiribû, 3 meh li pey xwe hişt.

Tevî pirsgirêkên tenduristiyê Tok çalakiya xwe bi biryardarî didomîne.

ÇALAKIYA HERÊM MEHMÛD DI ROJA 55’AN DE YE

Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê di roja 127’an de ye.

Li vir jî çalakî îro dewrî koma 64’an hat kirin.

Koma 64’an ji 4 welatiyan pêk tê ku welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê ne.

Li navçeya Kelarê ya Germiyanê çalakiya Endezyar Herêm Mehmûd di roja 55’an de ye.

Çalakiya Gulebax Celal jî di roja 34’an de bi biryardarî didome.

Leave a Reply

Back to top button