Li Kobanê Mihrecana 3’emîn dest pê kir

Bi diruşma ” Bi rengên jina ciwan em ê şoreşa çandê geş bikin”, Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Stêrvan li bajarê Kobanê dest pê kir.

Mîhrîcan ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Firatê li daristanekê a li bajarê Kobanê dest pê kir.

Di mihrecanê de endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mezgîn Xelîl axivî û got:

“Bi rihê berxwedana Kobanê emê vê mîhrecanê li hemû şehîdan pîroz dikin û çiqasî dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser Kurdistanê zêde bikin emê asta têkoşînê bilind bikin.”

Mizgîn diyar kir ku jina Kurd bingehê ramanê rêber APO’ye ku bi rihê jin û ciwanan dê serkeftin a gelê Kurd be.

Di mîhrecanê de koma Hîlala Zêrîn û koma zarokan a navenda çand û Hunerê ya Baqî Xido sitran û govendên filiklorî yên Kurdî pêşkêş kirin.

Her wiha pêşangeheke pirtûkan hate vekirin, alavên kevn ku jinên Kurd bi kar dianîn hatin pêşandan.

Tê payîn ku wê Mîhrîcan du rojan berdewam bike.

Back to top button