Di nav de 3 Tirk Amerîka ceza li 5 alîgirên El-Qaîde birî

Gencîneya Amerîkayê ceza li 5 kesên ku têkiliyên wan bi rêxistina El-Qaîde re hene ku 3 ji wan Tirk in, birî.

Wezaretê li ser hesabê xwe yê fermî dateyên biryara nû parve kir û tê de diyar kir ku ceza li 5 kesên alîgirên El-Qaîde ku li Tirkiyê dixebitin birîn e.

Wezaretê da zanîn ku ev kes gelek xizmeta diravî û hêsankirina pêwîstiya pêşkêş El-Qaîde dikirin.

Gerînendeyê Nivîsgeha Çavdêriya Kar û Barên Biyaniyan Andreas da zanîn ku wezaret dê xebata bi şirîkên xwe re berdewam bike.

Da ku torên piştgiriya madî didin rêxisitna El-Qaîdê teşhîr bike û torên destekdayîna diravî ya ji bo rêxistina El-Qaîde bide sekiandin.”

Back to top button