BERXWEDANA LI STRASBOURG Û GALLERÊ DI ROJA 124’AN DE YE

Li gelek bajarên Ewropayê jî çalakiyên greva birçîbûnê didomin.
15 çalakgerên li Strasbourga Fransa û Galer a Birîtaniyayê ev 124 roj in bi biryardarî çalakiya xwe dewam dikin.
Rewşa tenduristiy çalakgeran giran bûye.
Şevê din rewşa Tûzak giran bû, lê çûna nexweşxanê û tedawî red kir.
Li aliyekî din jî piştgiriya bi çalakgeran re jî dewam dike.

Di 17’ê Kanûna 2018’an de 14 aktivist û siyasetmedarên kurd li Strasbourga Fransa û Îmam Şîş li Galer a Bêrîtanyayê dest bi çalakiya giurava birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirin.

Çalakî di roja xwe ya 124’an de ye.

Di dirêjahiya çalakiyê de gelek caran rewşa tenduristiy çalakgeran giran bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Lê çalakgeran di berxwedana xwe de israr kirin û tedawî redkirin.

REWŞA ÇALAKGER TÛZAK GIRAN BÛYE Û ÇAÛN NEXWEŞXANEYÊ RED DIKE

Mele Mustefa Tûzak ev 97 roj in li paytexta Almaniya Berlînê di greva birçîbûnê de ye.

Şevê din rewşa Tûzak giran bû.

Tûzak çûna nexweşxanê û tedawî red kir.

Lewma bi alîkariya mesaja tîmên tenduristiyê kêm jî be lêdana dilê wî baştir bû.

AKTIVÎSTÊN EMERÎKAYA LATÎN SERDANA ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIRIN

Çalakiya Şiyar Xelîl 84 û ya Omer Bagdûr û Cemal Kobanê jî di roja 81’ê de didome.

5 Aktîvîstên Guatemala, Perû, Şilî, Bolîvyayê yên Emerîkaya Latîn serdana çalakgeran kirin.

Aktivîstan destek dan daxwaze ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan û got;

Divê Ocalan di girtîgehê de nemîne.

SERDANÊN JI BO OZKAN DIDOMIN

Endamê Federasyona Koçberên Bindest ên Ewropa H. Ozkan Ozdemîr jî 18 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Nûnerên sektora xizmetê ya Sendîkaya Karkeran a Giştî ya Fransayê CGT û ICOR-Fransayê doh serdana Ozdemîr kirin.

Nûnerê ICOR’ê diyar kir, ev piştevanî hêzê dide wan û got, wê bi vê tevna piştevaniya enternasyonal re dîktatoriya AKP’ê qels bikin.

Nûnerên Sendîkaya Karkeran jî diyar kir ku wê di civîna xwe ya li navenda sendîkayê de, greva birçîbûnê bixin rojeva rayedarên payebilind ên sendîkayê.

ÇALAKGERÊN LI STOLHOLMÊ BI PARTIYA LÎBERAL A SWÊDÊ RE HEVDÎTIN KIRIN

Çalakgerên li Stockholmê di grevê de ne doh serdana parlamentê kirin.

Çalakger bi Parlamenterê Partiya Lîberal û Berdevkê Polîtîka Derve Fredrik Malm re hevdîtin kirin û xwestin ku bikeve nava liv û tevgerê.

Fredrik Malm diyar kir, ew ê jî bi rêya pêşnûme pirseke nivîskî, tecrîdê û grevên birçîbûnê bixe rojeva parlamentê.

Malm piştî hevdîtinê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku ew matmayî ye ku cîhan li pêşberî grevê bêdeng e.

Divê cîhan Kurdan biparêze û ji bo azad bibin, piştgiriya wan bike.”

Her wiha çalakgeran li meydana Odenplan a Stockholmê kon vedane û çalakiya xwe bi biryardarî didomînin.

SENDÎKAYA MAMOSTEYÊN ELMAN PIŞTGIRÎ DA GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Piştgiriya saziyên civakî yên sivîl a ji bo berxwedêrên di grevê de zêde dibe.

Sendîkaya Perwerde û Zanistiyê ya Alman Daxuyanîyek li ser malpera civakî ya sendîkayê weşandin.

Di daxuyaniyê de piştgiriya xwe bi daxwazên çalakgeran re ragihandin.

Leave a Reply

Back to top button