“Em ji bo parastina xak û gelê xwe her amade ne”

Li Girê Spî, Eyn Îsa û rêya M4, talan, kuştin, revandin û topbaran ji 2019’an ve dewam dikin..

Dewleta Tirkî ya dagirker bi aramnca koçberkirinê, rojane sivîlên herêmê armanc dike..

Ji fermandarên QSD’ê Baz Efrîn got dagirkerî ji bêdengiyê navdewletî hêzê digire.. ji ber vê yekê bi dijwarî êrişan êrişî herêmê dike.

Dewleta Tirkî ya qirker û çeteyên xwe, demên dawî, êriş li dij herêmê, nemaze Girê Spî û rêya M4 zêde û dijwar kirine.

Ji fermandarê QSD’ê Baz Efrîn diyar kir ku dagirkerî rojane gundên sivîlên Girê Spî dide ber top û hawnan..

Herî dawî jî, jimare sivîl li ser rêya M4 birîndar kiribû..

Baz Efrîn anî ziman ku bêdengiya civaka navdewletî, nemaze Rûsyaya ku navê garantoriyê li xwe dike, rê daye dagirkeriyê ku êrişan pêk bîne..

Baz Efrîn da zanîn ku armanca êrişan, valakirina tevaya herêmê ye..

Her wiha da ku bi hezaran çeteyên din lê bi cih bikin…

Fermandar Baz Efrîn got ew ê ji bo parastinê xak û gel her amade bin û ti carî paşde venagerin.

Back to top button